Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya serkevtina wî di hilbijartina serokomariya Fransa de pîrozbayî li Emmanuel Macron kir.
Duh roja yekşemê gera duyem a hilbijartina serokatiya Fransayê bi rikeberiya du namzedan, Marine Le Pen û Emmaneul Macron birêve çû. Di vê gera hilbijartinê de, Macron karî zêdetirîn dengê xelkê Fransayê bi dest bihîne û weke serokê nû yê Fransayê hat hilbijartin.
Îro duşembî 8ê Gulana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayiyê ji Serokê Hilbijartî yê Fransayê re şand.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Mesûd Barzanî peyam ji Serokê Hilbijartî yê Fransayê re şandiye û tê de ji ber serkevtina wî di hilbijartinê de û hilbijartina wî weke Serokê Nû yê Fransayê, pîrozbayî li Emmanuel Macron kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser dostaniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê jî kiriye.
Pêwendiyên navbera Kurdistanê û Frasayê gelek bihêz in û serokê niha yê Fransa François Hollande du caran bi fermî serdana Herêma Kurdistanê kiriye.