Serrûpel Nûçe Barzanî: Em bi biryara gelên Sûriyê re ne

Barzanî: Em bi biryara gelên Sûriyê re ne

Belav bike

 Duhî (7/10/2012) li paytexta Hewlêr ya Kurdistanê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel Balyozê Franseyê yê li Îraqê Doni Gwêz û Konsulê Fransayê li Kurdistanê Alan Gêphat civiya.

 

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa girîngiya têkiliyên di navbera Franseyê û Herêma Kurdistanê de kirin û bilindkirin û xurtkirina van têkiliyan bilind hate nirxandin. Her weha mijareke din ya vê hevdîtinê rewşa li Sûriyê bû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê der bare mijara rewşa Sûriyê de got ku  ji bo rawestandina rijandina xwînê li Sûriyê, nîşandina helwesteke cidî ji aliyê civaka navdewletî ve girînge. Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî ku, her biryareke gelên Sûriyê ji bo paşeroja xwe bide, Herêma Kurdistanê bi wê biryarê re ye.

 

Avestakurd