Serrûpel Nûçe “Diyarbekir şanaziya me hemûyan e!“

“Diyarbekir şanaziya me hemûyan e!“

Belav bike

ku hinek ji naveroka wê kete destê “AVESTA KURD” bersiva diyariya şaredarê şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê, Abdullah Demirbaş da.

 

Di nameya xwe ya spaskirinê de, ku duh roja yekşemê (07.10.2012) ji Demirbaş re hate şandin, Barzanî behsa cihê Diyarbekirê di dîroka Kurdistanê de û girîngiya wê ya dîrokî dike.

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi kurdiyeke xweş û bi zimanekî edebî, xweşî û mezinbûna Diyarbekirê tine ziman û dibêje: 

 

„…Weke çawa Diyarbekir di dîrokê de cihekî pir hêja û birûmet digire, wisa jî di dilê her kurd û kurdistanîyekî de cihekî wê yê bilind û taybet heye…“

 

Serokwezîrê Kurdistanê her wiha dibêje ku ji berê de Diyarbekir bûye evîneke mezin ji bo kurd û kurdistaniyan.

 

Ew Diyarbekirê weke şanaziyekê ji bo hemû gelê Kurd û Kurdistanê dibîne.

 

Serokwezîr diyar dike ku ev bajarê Kurdan yê dîrokî her demê bûye mijara stran, destan û helbestan.

 

Nêçîrvan Barzanî, di nameya xwe de dibêje:

 

„Evîna mezin a kurd û kurdistaniyan ji Diyarbekirê re, ji kevn de di beste, stran û heyranok, çîrok û helbestên wan de xuya dike, lewra Diyrabekir û dîroka wê cihê şanaziya me hemûyan e…“ 

 

Ev name, weke bersivekê bû ji bo diyariya şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, ku nexşeya dîrokî ya bajarê Diyarbekirê diyarî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiribû.

AVESTA KURD