Li bajarê Oldenburga Almanyayê ciwanekî kurdê ji Rojavayê Kurdistanê, ji ber di Remezanê de cigare kişandiye, bi destê erebekî ji Sûriyê hate kuştin.
Ciwanê kurd ê bi navê Ebdulhennan Yeqûb, ku 33 salî ye, beriya 4 salan ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê diçe Almanyayê.
Ebdulhenna Yeqûb, ji ber di Remezanê de cigare kişandiye, ji aliyê erebekî xelkê sahlî ya Sûriyê, bi kêran hate kuştin.
Yaqûbê bavê Ebdulhennan ji Rûdawê re ragihand: “Kurê min hevjîna xwe, keçekî 8 salî û kurekî 5 salî lipey xwe hişt. Li gorî zanyariyên me ew kesê kurê min kuştiye, erebekî Sûriyê ye û ji aliyê polîsê Almanyayê ve hatiye desteserkirin.”
Di dema vê bûyerê de hevalê Ebdulhennan ê bi navê Mistefa jî li wir bûye. Mistefa dibêje: “Ez û Ebdo li nav bajêr bûn. Erebekî ji Sûriyê hat û got, cigare nekişin Remezan e. Li ser vê gotinê di navbera herdukan de gengeşe çêbû. Ebdo destê xwe ji wî re bilind kir lê paşî me dest jê berda û em çûn.”
Li gorî gotina Mistefa, piştî 20 xulekan ew kesê ereb bi kêr êrîşî Ebdulhennan dike û dide ber kêran, birîndar dike. Lê heta tîmên hawarhatinê digihin cîhê bûyerê, Ebdulhennan Yeqûb jiyana xwe ji dest dide.
Li gorî zanyariyên Polîsê Oldenburgê, piştî bûyerê 2 kesên xelkê Sûriyê hatine desteserkirin, ku temenê wan 22 sal in.
Rûdaw – Zinar Şîno