Serrûpel Nûçe Li Enqerê di navbera Polîs û MÎT de şer derket

Li Enqerê di navbera Polîs û MÎT de şer derket

Belav bike

Li Enqerê, polîsekî bi navê Nafî Î. endamekî MÎT (Teşkîlata Îstixbarata Milî) li ber saziya îstîxbaratê a li taxa Yenimahaleyê, bi 5 guleyan kuşt. Eşkere bû ku, navê xebatkarê MÎT yê ku hatiye kuştin, Îsmet C. bû ye. Polîsê ku ew ku kuştiye, li bajarê Eskişehîrê hatiye girtin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di navbera polîs Nafî Î. û endameê MÎT Îsmet C. de dijmintiyek hebûye û li ser vê, polîsê ku rastî xebatkarê MÎT hatiye, gule berdane wî û ew giran birîndar kiriye.

Tavilê birîndar rakirine nexweşxanê, lê tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hate ragihandin ku bûyer, ji aliyê îstixbaratê ve tê lêkolînkirin.