Serrûpel Nûçe Şaîrê Kurd Abdulrehman Durre wefat kir

Şaîrê Kurd Abdulrehman Durre wefat kir

Belav bike

Durre, berê miftî bû. Ji ber ku wî di nava doza Kurd de cih girt, ew ji miftîtiyê hate avêtin.

Abdulrehman Durre yek ji avakarên Enstîtuya Kurdî bû li Stenbulê.

Li ser daxwaza Durre, wê cenazeyê wî bibin Melazgirta ser bi Mûşê ve û li wir veşêrin.

Jiyana Seyda Abdurrahman Durre

Seyda Mele Abdurrahman Durre di 11ê cotmeha 2012 de li Almanya li bajarê Kölnê çû ser heqîya xwe.

Durre di 1930 de li herama Mûşê, li gundê Kêranixê li ser Milazgirê di malbatekî welatparêz de hat dinê. Lawê hecî Nisredin û birazîyê hecî Hesen e. Hecî Nisredîn û Hecî Hesen bi gelek mirovên xwe ve di serhildana Sêx Seîdê nemir de li  gel  Silêmanê Ahmed begê hesenî û di serhildana Agrî de jî li gel  lehengê kurd Ferzende begê hesenî cihê xwe girtin û fedekarîyên mezin kirin.

 

Seyda Mele Adurrahman Durre di zaroktîya xwe de di medreseyên kurdî de dest bi perwerdehîya xwe kir. Seyda çend salan li Muşê li gundê Adgonê di mederseya muderisê mezin û bi navûdeng Şêh Taha de dixwîne. Lêbelê perwerdeyîya xwe li gundê Hawêl li ser Bayqanê di medreseya  Seydayê Mele Mihyedîn de diqedîne, destûrnameya xwe ya meletîyê werdigre û dest bi meletîyê dike.

Seyda bi deh salan li medreseyên gundên  Dîynûg û Hesenpaşê de ku du medereseyên axirîn yên serhedêne muderisî kir,ders dan. Mederesyên wî bûn newenda welatparîzîya heremê û bi sedan feqî û meleyên welatparêz di medereseyên wê de bi kurdî perwerde bûn û minteyî bûn.

 

Disalên 1960 tê de di karê dîyaneta Tirkîyê de wek waiz paşê jî wek miftî kar kir. Di dema waizî û miftîtîya xwe de bi caran hate nefî kirin.

Di cunta eskerî ya sala 1971 de ji bo kar û xebata xwe ya welatparêzî hat tawanbarkirin

 

Di naveyna salên 1980-1983 de  li Libyayê wergerîya Erebî–kurdî û Ereb-Tirkî kir.

Di 1990 de wegerîya kurdistanê û ji nû ve ji gel dewleta Tirkîyê ve  hat tawanbarkirin. Çend salan di zîndanên Tirkîyê de girtî ma.

 

Seyda Mele abdurrahman Durre  piştê kû ji zîndanê derket li Stenbolê bi cîh bû.

Li Stenbolê wek damezranêrekî  beşdarî damezrandina Nevenda Çanda Mezopotamya yê  bû. Û di wê de dersên çandî û Kurdî da.

 

1992 de bû damezranîre Enstîtûya Stenbolê

 

Li ser teqîp û tawanbarîyên Tirkîyê mecbûr ma derket Ewropayê. Li Almanya yê  li bajarê Kölnê bi cîh bû

Seyda Mele Abdurrahman Durre li Ewropayê Partîya Îslamîya Kurdistanê ava kir. Demekî serokatîya wê ji kir û paşê jê dûrket.

 

Bi navê : Din perdesi altında sakalı yılanlar (Di bin perdeya olî de marên bi rih)
              İlahî Sır ve Hikmetler  (Sirên îlahî û hîkmetan)

              Evîna Welat
              Şerha Dîwana Ehmedê Xanî Felsefe û Jiyana Wî
                 Kurdname    pirtûkên wî   hene.

 

Piştê nexweşîyekî dûr û dirêj li Almanya yê li bajarê kölnê koça dawî kir û ji nav me bar kir

 

Cenazê wî roja înî yê di 12ê cotmehê de ji Kölnê birin Muşê.

Roja şemîyê di 13ê cotmehê de jî Mûşê  wê bibin Milazgirê gundê Kêranixê  ku lê hatîye dinê û wê li wir bê definkirin.

 

Em malbat û Mirovên wî bi wefata wî gelek xemgînin. Bila serê gelê kurd sax be

 

Ji bona sersaxîyê

 

Hevjina wî Hafize, zarokên vî û mirovên wî  

 

ikbal@gmail.ru