Yek ji daxwazên sereke yên welatên ku pêwendiya xwe bi Qeterê re qutkirine girtina televîzyona El Cezîre ye.
Siûdiyê, Îmaran, Behrên û Misir hemû pêwendiyên xwe bi Qeterê re qut kirine û Qeterê bi piştgiriya terorê tewanbar dikirn û televîzyona El Cezîre jî weke televîzyoneke ku piştgiriya rêxistinên terorîst û tundrew dike bi nav dikin û daxwaz kirin di nava 10 rojan de El Cezîre were girtin.
Ew welatan her wiha ji Qeterê dixwazin pêwendiya xwe bi Îranê re qut bike û bargeha eskerî ya Tirkê jî ji Qeterê were rakirin.