Serrûpel Nûçe “1000 şervanên Êzdî ji PKK cuda bûne”

“1000 şervanên Êzdî ji PKK cuda bûne”

Belav bike

Fermandarê Êzdî yê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo eşkere kir ku zêdetirî 1000 çekdar ji hêza PKKê cuda bûne û encumena xwe jî hilweşandine û êdî hebûna wan li Şingalê bidawî dibe.

Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Riwê rastîn ê PKKê ji xelkê Şingalê re eşkere bû û xelk ji wan dûr dikevin. Zêdetirî 1000 çekdar ji hêza PKKê cuda bûne û piraniya wan hatine û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne. Pişrî cejnê dê perwerdeya wan a leşkerî bidawî were û piştî wê jî dê hejmareke din ji wan çekdarên ku cuda bûne, bên perwerdekirin. Çekdarên Êzdî yên din, hinek ji wan PKK ne û hinek jî bûne Heşda Şeibî, lewma di nava wan kêşe û pirsgirêk hene û çeperan li hemberî hev dikolin û rê li pêşiya hev digrin.”
Dirbo wiha got: “PKK encumenk li Şingalê ava kirbû wek encumenên xwe yên kantonan, lê beriya çend rojan serokê wê encumenê Xidir Salih dest ji karê xwe berda û niha ew encumen têk çûye û hilweşaye. Êdî dawiya PKKê hatiye ji ber ku baweriya xelkê Şingalê bi PKKê nayê.”