Serrûpel Nûçe Cerba: Divê hemû mafên Kurdan bên dayîn

Cerba: Divê hemû mafên Kurdan bên dayîn

Belav bike

Ehmed Cerba, serokê Şepêla Siberoja Sûriyê, ragihandz ku divê Kurd wekî duyemîn neteweya Sûriyê bên qebûl kirin û mafên wan bên pejirandin.

Di Hevpeyvînekê de li gel rojnameya Şerq Elewset a Erebî, Ehmed Cerba got ku sîstema nenavendî çareseriya herî baş e ji bo Sûriyê.

Cerba ku hêzên wî yên bi navê El Nuxbe li kêleka HSD şerê kontrolkirina Reqayê dikin da zanîn ku pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re bihêz in.

Derbarê birêveberiya Reqayê piştî kontrolkirina wî bajarî, Cerba tekez kir ku wê Reqa ji aliyê encûmeneke sivîl ve were bi rêve birin.

Di derbarê pêwendiyên wan bi Herêma Kurdistanê re, Cerba got ku pêwendiyên wan bi Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê re stratejîkin û pesnê helwesta Barzanî li hember gelê Sûriyê da.