Li gor Smaîl Hemê bersiva pirsên ANF’ê dayî, got ku çapemeniya Tirkiyê derewan dike û ezê ji wan bixwazim nûçeyê serarast û got “Beriya çend rojan nuçegihanê wan ê bi navê Adem Demîr bi telefonê li min geriya û derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de çend pirs pirsîn. Sedema derketina derveyî Suriyeyê ya siyasetmedarên kurd pirsî. Min jî diyar kir ku kiryarên rejîmê û tehdîdên wê yên li ser siyasetmedaran rê li ber vê yekê vekiriye. Min kuştina Meşel Temo û Mehmud Walî, Nesredîn Berhik wekî mînak nîşan dan. Lê çareserî bi koçberiyê nabe.” Her der barê vê mijarê de got “Ev li dijî exlaqê çapemeniyê ye. Ne mumkun e ku ez tiştekî li dijî PYD’e bêjim, ji ber ku em bi hevre di Desteya Bilind de cîh digirin. Bi van nûçeyan dixwazin yekîtiya kurdan xirab bikin. Ezê li rojnameyê bigerin û daxwaza sererastkirina nûçeyê bikim.” Her weha Hemê diyarkir ku derbasbûna Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê ne di berjwendiya Tirkiyê de û dê dewletên weke Îranê vê yekê qebûl nekin û dê pirsgirêk kûrtir bibe. Hemê bal kişand ser PYD’ê û YPG’ê jî û weha pêdeçû ” PYD partiyek Rojavayê Kurdistanê ye, tu eleqeya wê bi PKK’ê re nîn e. YPG jî, hêzeke Rojavayê Kurdistanê ye û girêdayî Desteya Bilind a Kurd e. Em tu hêzên li derveyî desteyê tevdigerin jî qebûl nakin.”
Avestakurd