“Ez gelek kêfxweş û bextewer im ku, li gel we di duyemîn kongreya zanistî ya kurdî a cîhanî de beşdarî dikim, ev yek pêngaveke gelek girîng e, hêja û hêvî bexşe û hêviya serkeftinê jî kongreyê re dixwazim û hêvî dikim ku, hûn jî demekî xweş li welatê xwe, bajarê xwe û mala xwe li Hewlêra Paytex derbas bikin.
Bo me cêha serfiraziyêye ku, dibînin hijmareke gelek zêde ji zarokên gelê me û hijmarek psporên dost û biyanî liwir amadene daku, ezmûn û pisportiya xwe bixin xizmeta Gelê Kurd.
Gelek sipasiya hatin û beşdarîkirina we û ji dil jî spasiya wan kesan dikim ku, hewl bo organîzekirina vê kongreya han dane.
Bêguman hûn heta ku, xwe têgehandiye gelek mandîbûn û ked daye ez gelek bi hebûna we serfiraz im û serkeftina we jî pîroz dikim.
Şoreş û xebat bi tenê ne şoreş û xebata çekdariye, hûn jî xebat û pêşmergatî kiriye lê bi rêbazeke din, Kurdistan û ezmûna niha ya Kurdistanê berhema ked û xebata tevahiya we û şehîdên Kurdistanê ye lewre Kurdistana îro emaneteke li ser milê tevahiya me, her pêvajoyekî pêdeviya xwe bi kesên têgehêştî di warên curbicur de heye, îro pêdeviya me bi damezrandina jêrxaneke bihêz heye bo Kurdistanê daku, baweriya me bi xwe hebe neku bo her tiştekî emê xwe mihtacî kes anjî aliyên din bikin.
Pêdiviya me bi zanist, ezmûn û psportiya we heye û em amadene ku, di her warî de guhdariya şîretên we bikin.” Her weha Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser çarenûsa gelê Kurd û got “Mafê gelê Kurd weke her neteweyekî din çarenûsa xwe diyar bike û dibe çarenûsa xwe bi awayekî aştiyane diyar bikin.” Û weha berdewam kir “Dibe dem hatiye guhrtin û niha dem ne dema şerê çekdarî ye, dibe
Avestakurd