Serrûpel Nûçe “2 rê hene: Şer û Demokrasî“

“2 rê hene: Şer û Demokrasî“

Belav bike
 Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak di axivitina xwe de bang li Tirkiyê kir ku 2 rê li pêşiya wê hene û bal kişand ser rewşa Serokê PKK’ê Ocalan û got ku divê bê azad kirin. Kişanak got “Rêya şer û demokrasiyê li pêş Tirkiyê ye, ger Tirkiyê rêya aştî û demokrasiyê bihilbijêre divê bilez daxwazên girtiyên PAJK’ê pêk bîne û Ocalan azad bike.” Her weha Kişanak diyarkir ku ewê bi biryarin ku bi rêka berxwedanê bigêjin armancên xwe û got ku ewê bi rêka berxwedanê jî ‘hevalên xwe yên li girtîgehan azad bikin û dê rêberê gelê Kurd Ocalan azad bikin.’ Kişanak tekez li wê yekê kir ku kesên aşitî û demokrasiyê neparêzin nikarin di nava dîrokê de cih bigirin. Kişanak her weha got jî ku divê realîteya Ocalan bê dîtin û qebûl kirin.

 

 

Avestakurd