Kemal Kerkûkî bersiva pirsên rojnameya AKŞAM a Tirkiyê da. Kerkûkî di axivitina xwe de got ku ‘Kurdên Sûriyê jî ji bo Tirkiyê ne gefin. Li Sûriyê yek komeke Kurdan nikare bi tena serê xwe pirsa Kurdî control bike. Ev tenê Kurd dikarin biryara wê bidin. Em ji vê ne bawerin ku gelê Sûriyê dê di vî şerî de biser bikevin. Dê Kurdên li Sûriyê jî mafên xwe bidest bixin. Dê bi rêka hilbijartinan nûnerên xwe bihilbijêrin. Divê Tirkiyê ji Kurdan netirse. Niha têkiliyên me di nava rêzgirtinê de pêşdikeve. Berî şerê 2003’yan Tirkiyê ji Kurdên Îraqê jî ditirsiya. Li dijî derdiket ka dê Kurdên Îraqê çawa be. Niha têkiliyên me pir başin. Ji bo Tirkiyê her rê vekiriye. Giha baweriyê ku Kurdên Îraqê bo wê negefin. Ji ber vê jî dê Kurdên Sûriyê jî weha be.” Kerkûkî der barê pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê de jî got “Eger Tirkiyê ligel gelê Kurd vê pirsê bi aşityane çareser bike dê bibe hêzeke stratêjîk, dê li herêmê dostên wê yê stratêjîk çêbibin.” Kerkûkî li ser pirsa ka çima Serokê Herêma Kurdsitanê beşdarî Kongreya 2’yemîn ya BDP’ê nebûye, got “Birêz Barzanî beşdarî Kongreya BDP’ê nebû lê dilê wî di Kongreyê de bû. Difikre ku pirsa Kurdî bi rêka diyalog û aştiyê çareser bibe. Di kongreya BDP’ê de daxwaza aştiyê hebû. Daxwaza rawestandina xwînê prensîbekî însanî ye. Ji bo çareseriyê jî ewil girêdayî rol û berpirsiyartiya Hikûmetê ye. Parlementerên Kurd yên BDP’ê û hemû civak jî dikare bibe alîkarên hikûmetê.” Her weha Kerkûkî der barê Serokê PKK’ê Ocalan de jî got ku dema Serokwezîrê Tirkiyê got ‘ger pêdivî hebe dê bi Îmralî re jî hevdîtin bê kirin’ wî rola Ocalan di warê muxatabtiyê de temam kir.
Avestakurd