Keça Êzdî Îxlas Xidir Baco, ku dema ji aliyê Daişê ve hate revandin, temenê wê 14 sal bû, piştî ku xwe ji destê çekdarên Daişê rizgar kir, behsa rojên xwe yên reş li cem çekdarên Daiê dike.
Dibêje, ew ji nava 150 keçên Êzdî ku di êrîşa Şengalê de Daişê ew revandibûn, ew teslîmî çekdarekî Daişê kirin, zilamenkî gemarî bû, pîs bû, bêhna genî jê dihat û her roj tecawizî wê dikir.
Îxlas niha li Almanya ye, li nexweşxaneyekê tê dermankirin, û dibêje ew dixwaze bixwîne û bibe parêzer, eşkere dike ku ew 6 mehan li cem wî çekdarê Daişê ma, û di wan 6 mehan de her roj tecawizî wê kirin, wê jî her roj dixwest xwe bikuje.
Wiha dibêje: Her roj, li me didan, em îşkence dikirin û tecawizî me dikirin, bi zorê her tiştê xerab bi me dikirin.