Serrûpel Nûçe Ciwan Îbrahîm: Em ne li dijî derbasbûna Pêşmergeyên Rojava ne

Ciwan Îbrahîm: Em ne li dijî derbasbûna Pêşmergeyên Rojava ne

Belav bike

Fermandarê giştî yê Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm got, eger encumena yasayî rê bide ew li ne li dijin ku pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê derbas bibin.

Ciwan Îbrahîm di hevpeyvîneke xwe de bi rojnameya Siûdî Ukkaz re eşkere kir ku, projeya Îranî li Sûriyê ji projeya Daişê xetertir e.

Îbrahîm her wiha diyar kir ku, ew perçebûnê naxwazin û ji Sûriyê jî cuda nabin.

Di derbarê derbasbûna pêşmergeyên rojava de jî, Ciwan Îbrahîm berdewam kir û bal kişande ser wê yekê, ku encumena yasayî erê bike, ewê jî pêk bînin û li dijî derbasbûna pêşmergeyên rojava ranawestin.

Fermandarê Asayîşê her wiha got, partiyên ENKS dikarin di bin sîwana rêveberiya xweser xebata xwe bikin.