Li gor rojnameya Şer El Ewest, rewşenbîrê berniyas û navdar Hesen Elewî got ku Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî pişta xwe dide nijadperestiyê û dengê erebperestan ku niha di nava lîsteya Îraqiyê de ne. Her weha Hesen Elewî dibêje Malikî bi rêka van kesên han kariye Kurdan li Bexdayê bi tenê bihêle. Di berdewamiya axivitina xwe de dibêje ku “Eger ne Barzanî ba Malikî nedibû serokwezîr.”
Avestakurd