Serrûpel Nûçe Dostê Kurdan wefat kir

Dostê Kurdan wefat kir

Belav bike

Rojnamevan, lekoler û nivîskarê navdarê fransî Chris Kutschera di temenê 79 salî de koça dawî kir.

 

Chris Kutschera di sala 1938ê de li Fransayê ji dayik bibû. Yek ji lêkoler û nivîskarê navdar e ku bi taybetî li ser Rojhilata Navîn û kurdan xebat kiriye. Heta niha derbarê pirsa kurd de 5 pirtûk, bi dehan gotar, rapor û lêkolîn amade kirine.

 

Chris Kutschera gelek caran serdana Başûrê Kurdistanê kiriye. Bi taybetî jî di qonaxên cuda yên şoreşa kurdî de li Kurdistanê pirtûkek yaybetî li ser “xewna kurdan a serxwebûnê” nivîsiye.

 

Wî di zanîngeha Sorbonne de xwendina xwe kiriye û di sala 1960’î de li Guatemalayê dest bi rojnamevaniyê kiriye.

 

Kutscera di rojnameyên weke Le Monde Diplamatique, Le Monde Coailys, The Middle East Magazine, El Wasat û El Mundo de derbarê jiyan û serhildana kurd û Kurdistanê de gelek gotar û nivîs nivîsandine.

 

Chris Kutschera û hevjîna wî xwediyê arşîveke mezin ên wêne û dîmenan in, ku piraniya wan jî yên qonaxên cuda û serkirde û kesayetên navdar ên kurd in. beşek ji wan wêne û vîdeyonên şoreşa kurdî ji aliyê Chris Kutschera ve hatine tomarkirin.

 

Kutschera nexwşiya Parkinson girtibû û ji ber vê beşek ji mejiyê wî felc bibû. Chris Kutschera roja 31ê Tîrmeha 2017ê koça dawî kir.

 

Beşek ji pirtûkên Chris Kutschera ev in:

 

Dîroka kurd di sedsalên 19 û 20 de

 

Pirtûka Reş a Saddam Hisên

 

Çîroka dîroka Kurdistanê

 

Tevgera Neteweyî ya kurd û hêviya serxwebûnê

 

Xewna Dîn a Serxwebûnê.

 

Kurdistan, rêberê edebyat

 

Geşta dûr û dirêj a kurdan, komkirina hevpeyvînên 40 salan li ser Kurdistanê

 

Di 25ê Nîsana sala 2013ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, “Madalya Barzanî pêşkeşî Chris Kutschera û hevjîna wî kir.