Dema ko kurd behsa dijayetiya Ewropayê li hemberî hikimdariya miletê kurd li ser axa Kurdistanê dikin gelek caran yekser behsa peymana Sykes-Picot yan peymana Sevrê û Lozanê têt kirin û paşê mijar têt ser serhildanên kurdan yên di destpêka sedsala borî de.
Çîroka dijminahiya ewropiyan li dijî hikimdariya miletê kurd gelekê ji peymana Sykes-Picotê kevintir e. Hêj dema împeretoriya osmaniyan ji destpêka 1800-ê ve ewropiyan arîkariya osmaniyan kir da mîrekiyên kurdan hilweşînin. Mîrekiya herî dawiyê ya kurdan yanî mîrekiya Botan ya bedirxaniyan jî bi piştgiriya siyasî û eskerî ya elmaniyan hat têkbirin.
Ewropiyan ji aliyekî ve li hemberî kurdan piştgiriya osmaniyan dikir û ji aliyê dî ve jî li hemberî kurdan piştgiriya xiristyanên li Kurdistanê û nemaze ermaniyan dikir da beşeka mezin ya Kurdistanê bidin ermeniyan. Di hemî demên xirab yên osmaniyan de ewropiyan ji bo baştirkirina rewşa xiristyanan zorî li osmaniyan dikir û hîç demekê behsa rewşa xirab ya kurdan nedikir.
Di tarîxa modernîzekirin û reformekirina împeretoriya osmaniyan de ”îslahatên tenzîmatê” ko sala 1839-ê bi zordariya ewropiyan destpê kir di esasê xwe de ruknekê wan îslahatan baştirkirina rewşa xiristyanan bû.
Di rewşa herî lawaz û xirab ya osmaniyan de bi peymana Berlînê ya 1878-ê careka dî ewropiyan zorî li osmaniyan kir ko rewşa xiristyanan baş bikin û got heger ”belayek bêt serê xiristyanan” ew dê bi awayekê eskerî jî midaxele bikin. Di vê peymanê de jî bi xirabî behsa kurdan têt kirin û ewropî li dijî kurdan helwêstê digirin.
Peymana Sevrê (1920) jî peymaneka parçekirina Kurdistanê bû û plan ew bû ko hema bibêje hemî bakurê Kurdistanê bidin ermeniyan û Ermenistana mezin ava bikin. Lê belê hem nifûseka ko pê Ermenistana mezin ava bikin nebû û hem jî şoreşa oktoberê li Rûsyayê (1917) bû sebeb ko ewropî dest ji plana xwe berdin û li hemberî Rûsyayê hemî hesabê xwe li ser avakirina Komara Tirkiyeyê ya îro bikin. Yanî Tirkiye wekî ”dewleteka tampon” di nêvbera Sovyetê û xerbê de hat ava kirin û peymana Lozanê (1923) bû çakûçek li tabuta peymana Sevrê.
Vêca heger em ji destpêka 1800-ê ve bihesibînin eve zêdetirî 200 salan e ko Ewropa û ”cîhana medenî” li dijî miletê kurd û Kurdistanê piştgiriya osmaniyan, tirkan, ereban, ermeniyan û farisan dike. Nemaze vê sedsala borî hîç hesabek bo mana miletê kurd nehat kirin û plan ew bû ko kurd wekî milet di nêv tirk, ereb û farisan de asîmîle bibin û têkbiçin.
***
Hesabê ewropiyan bi ser neket. Hesabê tirkan bi ser neket. Hesabê ereban bi ser neket. Hesabê farisan bi ser neket. Kurd wekî miletekê 50-milyonî îro jî zindî ye û heye. Kurdistan wekî cografyayeka mezin ji aliyê siyasî ve parçekirî be jî liserhev e û kurdayetî jî wekî fikreka neteweyî xurt e û li Rojhilata-nêvê ti hesab û kitab bêyî kurdan bi ser nakevin.
Bi derketina rêxistineka wekî Daişê jî ji hemî ”cîhana medenî” re aşkera bû ko ”îslama radîkal” di bin kirasê Daişê de be jî tehdîdeka mezin e û hemî welatên ereban şirîkên heqîqî yên hebûna rêxistineka wekî Daişê ne. Daiş ji aliyeê eskerî ve têkbiçe jî, ji aliyê fikrî ve di nêv hemî ereban de cihê wê îdeolojiyê heye û heta sed salên dî jî Ewropa û Emerîka û Rûsya yanî ”cîhana xisristyan” nikare bêyî kurdan fikr û îdeolojiya Daişê têkbibe.
Ruknekê esasî yê hebûna miletê tirk û dewleta Tirkiyeyê jî ”Turk-Islam Sentezi” ye. Yanî tirk jî hebûna xwe bi îdeolojiyeka dînî diparêzin û ji tirkan re dînê îslamê emrazekê parastina dewleta wan e û di eslê xwe de dînê tirkan dewleta tirkan bi xwe ye û îslam îdeolojiya dewletê ye. Ne bi argumanên dînî û misilmanbûnê be tirk nikarin hikimdariyê li miletê kurd û beşeka Kurdistanê bikin.
Îran jî bi heman awayî dînê îslamê bi kirasê ”mezhebê şîîtiyê” ji xwe re dike mertal û dixwaze hikimdariyê ne tenê li Iraqê lê belê li hemî Rojhilata-nêvê bike.
Li hemî Rojhilata-nêvê tenê miletê kurd e ko ji bo avakirina dewleta xwe û miletê xwe dînê îslamê nake emrazekê siyasî ji ber kurd ji hêza xwe ya beşerî 50 milyon nifûs piştrat in, ji welatê xwe yê cografîk Kurdistana mezin piştrast in û ji baweriya xwe ya neteweyî yanî ji kurdayetiya xwe piştrast in. Bo miletê kurd dîn baweriyek e di nêvbera Xwedayê mezin û ebdên wî de û kurdan jî wekî tirkan, ereban û farisan ihtiyacî bi polîtîzekirina îslamê nîne.
***
Dema ko mirov li daxuyanî û helwêsta hinek berpirsên dewletên ewropî û emerîkî di heqê referanduma serxwebûna Kurdistanê de temaşa dike mirov dibêje qey ew hêj di sedsala borî de dijîn ji ber ew li gor statukoya berê û tixûbên van dewletên totalîter diaxivin. Wezîrê derve yê Emerîkayê Rex Tillerson duhî ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re telefon kir û got ew li dijî pêkanîna referanduma serxwebûnê ne û terefdarê ”Iraqeka yekgirtî û federal” in. Wezîrê derve yê Elmanyayê, Sigmar Gabriel jî berê daxuyaniyeka bi vî rengî dabû.
Heger mirov îtibarekê bide gotinên Rex Tillerson û Sigmar Gabriel heqê wan ew e ko mirov ji wan re bibêje de herin bila Daiş li we pîroz be. Heger pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên kurd li Kurdistana Sûriyeyê nebûna we dê bi çi rengî û bi kîjan îmkanan Daiş li Iraqê jî û li Sûriyeyê jî têkbibira?
Kurd miletekê mezin e. Hêza miletê kurd hêzeka xurt e û lewra em guhê xwe nadin van gotinên Rex Tillerson yan Sigmar Gabriel û hevkûfên wan. Ezm dizanin ko di rastiyê de heger li Rojhilata-nêvê mitefiqekê Emerîkayê, Ewropayê, Rûsyayê û Îsraîlê hebe ew jî miletê kurd û Kurdistan e.
Kurd dê referanduma serxwebûnê pêkbînin û zû yan dereng serxwebûna Kurdistanê jî îlan bikin. Emerîka li dijî avakirina dewleta Îsraîlê jî bû lê belê îro mitefiqa herî xurt ya Emerîkayê li herêmê Îsraîl e. Hîç gumaneka min tê de nîne ko Kurdistana serbixwe jî dê bibe mitefiqa herî baş ya Emerîka, Ewropa, Rûsya û Îsraîlê û hingê jî ev berpirsên îro dê ji vê helwêsta xwe şerm bikin. Erka me ew e ko em Kurdistanê serbixwe bikin û bila ew jî şermezar bibin. (malpera Nefel)