Serrûpel Nûçe Kurdan dizê xwe girtin (vîdyo)

Kurdan dizê xwe girtin (vîdyo)

Belav bike

Li Tirkiyê straneke navdar heye, nijadpererst distirên, weke sirûda wan tê hesibandin, navê wê Olurum Turkiyem, yanî  (Bimirim Tirkiya min).
Eşkere bû ku ew stran ji staraneke Koma Dengê Qamişlo, bi navê Dayê hatiye girtin.

Li ser vê yekê stranbêjê Tirkiyê ku ew stran gotiye Mustefa Yildizdogan dibêje wê ew stran nediziye, û eşkere dike, çi ji min re dibêjin bêjin, lê min nekin dizê wê stranê.

Strana kurdî ya Dengê Koma Qamişlo, di sala 1986 de hatiye çêkirin, strana tirkî jî di sala 1993 de, yanî piştî 7 salan.

Belavbûna vê nûçeyê di nava nijadperetên Tirk û medyaya tirkî dengekî mezin da.

orjînal:

Koma Dengê Qamışlo – Daye (1986)
https://www.youtube.com/watch?v=9ri3tlFPlAk
*****

Dizîn:

Mustafa Yıldızdoğan – Ölürüm Türkiyem

https://www.youtube.com/watch?v=mCYoNKxuiJI