Medyaya almanî dosyaya pêwendiyên di navbera istîxbarata Almanya û YPG de vekir.
Di bin navê Milîsên Kurd dost in, yan dijmin in, de, radyoya Bayern ku ser bi kanala yekemîn ya televîzyona Almanî ARD ve ye, dibêje milîsên Kurd YPG, di şerê li dijî DAIŞê de ligel istîxbarata almanî BND kar dike.
BND istîxbarata derve ya almanya ye.
Li aliyekî almanya al û sembolên YPG, PYD, PKK qedexe kiriye, li aliyekê din jî ligel YPG di şerê Daişê hevkariyê dike.
Li gor raportê hatiye nivîsandin ku, hêzên ewlekariya Almanya, dezgehên PKK û rêxistinên ser bi wê ve qedexe dike, û dibêje, ku polîsan êrîşî malekê kirin, û têde kesek girtin ku ala YPG li ser Facebookê kiribû profîla xwe. Ala YPG, di adara îsal de hatibû qedexekirin.
Li Almanya di sala 1993 de PKK hatibû qedexekirin, û YPG û PYD jî ji aliyê almanya ve 2 rêxistinên ser bi PKK ve têne hesibandin û hemû al û sembolên wan qedexekirî ne.