Berdevkê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê bersav da daxuyaniya Sererkanê Hêzên Çekdarên Îranê û ragihand: “Derbarê mafên gelê Kurdistanê de axaftin ne karê wî birêzî ye û ev yek weke deswerdaneke eşkere li karûbarên navxwe yê Kurdistanê tê hejmarkirin.”
Berdevkê Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de dibêje: “Li gorî nûçeyekê Ajansa Tesnîm a Îranê, Sererkanê Îranê Baqirî derbarê giştprisiya 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê de gotiye, qet nabe giştpirsiyeke wiha were kirin.”
Wezareta Pêşmerge di bersivê de diyar dike: “Em ji vir ji hemû aliyan re radigihînin, ku derbarê mafên gelê Kurdistanê de axaftin ne karê wî birêzî ye û ev yek weke deswerdaneke eşkere li karûbarên navxwe yê Kurdistanê tê hejmarkirin.”
Di daxuyaniyê de tê gotin; “Giştprisî mafekî rewa û siruştî yê gelê Kurdistanê ye û ji xeynî gelê Kurdistanê, mafê ti kesên din nîne li ser biaxive.”
Hêjayê gotinê ye, ku Sererkanê Îranê Mihemedhisên Baqirî ev daxuyanî di de serdana xwe ya Tirkiyê de dabû. (Rûdaw)