Serok Barzanî li Hewlêrê li Hola Saad Abdullah ligel pêkhateyên li Kurdistanê dijîn civiya,
Li ser pêşeroja dewleta Kurdistanê Barzanî got, dewleta Kurdistanê ku wê were damezirandin, wê dewleta hemû pêkhateyan be, wê hemû netewe di nivîsandina dewleta Kurdistanê de beşdar bibin.
Barzanî dibêje ew hemû tiştî ji bo parastina neteweyên din di nava dewleta Kurdistanê de bikin.
Serok Barzanî her wiha diyar dike ku, di dewleta Kurdistanê de, wê destûrek were danîn, tenê ne ji bo kesekî be, divê destûreke wiha be ku her kesek bikaribe bibe serokê dewletê, ne ji bo şexsekî be ku heta heta bimîne.
Barzanî eşkere dike ku ewê weke pêşmergeyekî di dewleta Kurdistanê de bibe alîkar û xizmetê bike.