Serrûpel Nûçe Parlementerê BDP dest bi greva birçîbûnê kir

Parlementerê BDP dest bi greva birçîbûnê kir

Belav bike

Parlementerê Şirnexê yê BDPê Faysal Sariyildiz, ji bo piştgiriyê bide girtiyên ku greva birçîbûnê dane destpêkirin, wî jî dest bi greva birçîbûnê kir. Sariyildiz, di Girtîgeha Amedê  a tîpa D de tê girtin.
Di daxuyaniya xwe de Sariyildiz wiha gotiye: “Ez nikarim xwe li hemberî bedenên ku her roj dihelin bigrim. Di vê pêvajoya ku ewladên leheng û şoreşger yên gelê Kurd her roj ber bi mirinê ve diçin de, ez banga rayedarên hikumetê yên ku dilê wan nasir girtiye û bêdeng dimînin dikim, berpirsyarê mirinên ku muhtemele pêk bên, di serî de hûn û hemû kesên ku bêdeng dimînin in.”