Serrûpel Nûçe Berpirsê Istîxbarata Kurdistanê (Parastin) tiştekî eşkere dike

Berpirsê Istîxbarata Kurdistanê (Parastin) tiştekî eşkere dike

Belav bike

Berpirsê ajansa parastina Herêma Kurdistanê (Parastin) Nezhet Halî dibêje, serxwebûna Kurdistanê bi sûda her kes û welatekî ye û ti carî jî nabe gef û tehdîd li ser wan.

Berpirsê Parastinê Nezhet Halî ji rojnameya Lubnanî ya bi navê “Zeman” re behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê kiriye û gotiye, gava Kurdistan bû dewleteka serbixwe dê mafên hemû gel û ayînan were misogerkirin û parastin.

Nezhet Halî her wiha gotiye, serxwebûna Kurdistanê bi sûda Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê ye û Rojhilata Navîn e. Em hêvîdar in ew ji me têbigihên, Kurdistan ti carî nabe tehdîd û gef li ser wan. Hêviya me ew e piştî serxwebûna Kurdistanê, pêwendiyên me bi welatên cîran bi taybet Iraqê re baş bin.

Wî rayedarê Kurdistanê behsa şerê DAIŞê jî kiriye û gotiye, yên ku herî zêde ji DAIŞê zerer dîtine, kurd û sunnî bûne lê bi saya fermandehiya Serok Barzanî, derba herî giran jî kurdan li DAIŞê daye.

Berpirsê Parastinê daye zanîn ku ajansa Parastinê bi îmkan û derfetên gelekî kêm kariye gelek pilan û êrişên terorîstî bi taybet yên DAIŞê pûç bike.

Nezhet Halî daye xuyakirin ku referandoma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê, qanûnî ye ji ber ku Iraqê ji sala 2003 ve heta niha rêkeftinên bi Kurdistanê re binpê kirine, di şerê terorê de qet alîkariya Pêşmerge nekiriye û bûdceya Kurdistanê qut kiriye.

Wî karmendê îstixbarata Kurdistanê hişyarî daye milîs û hêzên çekdar yên ku dixwazin serêşiyê ji Kurdistanê re derxînin û gotiye, eger tiştekî wisa bibe dê bandorê li her kesî bike.

Li gorî berpirsê Parastinê, gelê Kurdistanê nikare heta hetayî wiha bimîne ji ber wê jî dixwaze bi referandomê paşeroja xwe kifş bike.