Serrûpel Nûçe Asayîşa PYD seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurd Wezne Hamid sirgûn kir

Asayîşa PYD seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurd Wezne Hamid sirgûn kir

Belav bike

Îro Asayişa deriyê Sêmalka yê Rojavayê Kurdistanê seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan- Sûriyê Wezna Hamid qewtandin û nehiştin vegere Rojavayê Kurdistanê.

Seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûrriyê bi serdanekê hatibû Başûrê Kurdistanê û piştî ku çû aliyê din, Asayişa Rêveberiya Xweser nehiştin vegere û jinên Asayişê ji bo vegerandina wê bi darê zorê pêşberî wê rawestandin.

Wezna Hamid ji Rûdawê re ragihand, ku Asayişê henekê xwe pê kirin û gotin wê bişînin mala wê û ji Asayişa jinê xwest ku vegerînin Başûrê Kurdistanê.

Wezna Hamid ligel 2 kartonên ku kovara Yekîtiya wan Pênûsa Azad têde bûn, bi zorê vegerandin Duhokê.