Şevê din li dema hêzên taybet derdikevin operasyonê, li gundê Dêzê yê girêdayî bajarê Colemêrgê pevçûn di navbera gerîla û tîmên taybet de diqewime û di encam de 3’ê tîmên taybet tên kuştin. Hat zanîn, di heman rojê de (19/10/2012) gerîlayên PKK’ê êrîşî leşkerên li bejahiya gundê Ortakapi yê girêdayî bajarê Bidlîsê dikin û di encam de 3’ê cerdevan hatin kuştin û çend cerdevan jî birîndar bûn. Ji aliyekî din ve, HPG’ê ragihand ku li roja 18’ê Cotmehê gerîlayên wan li ser rêya Şirnex-Elkê rê control dikirin, dema leşkerên Tirk xwest mudaxele bike pevçûn di navbera wan de qewimî û di encam de 7 leşker hatin kuştin.
Avestakurd