Serrûpel Nûçe Salih Mislim: Em amade ne bi hikûmeta Sûriyê re diyalogê deynin

Salih Mislim: Em amade ne bi hikûmeta Sûriyê re diyalogê deynin

Belav bike

Salih Mislim, hevserokê PYDê ragihand ku ew amade ne diyalogê li gel hikûmeta Sûriyê ji bo federalîzmê bikin.

Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Salih Mislim daxuyaniya Welîd el-Muelim, wezîrê derve yê Sûriyê derbarê diyaloga li gel Kurdan bi erênî wesîf kir.

Mislim got ku partiya wan xwediyê projeyeke federalîzma demokratîke û ew di her demê de ji bo diyalogê amade ne.

Hevserokê PYDê diyar kir ku projeya partiya wan ji bo federalîzmê ne projeyeke Kurdî ye, lêbelê projeyeke ji bo tevahiya Sûriyê.

Mislim red kir ku niha danûstandin di navbera wan û hikûmeta Sûriyê yan jî Rûsya de hebin, lê got dibe di qonaxa bê de roleke Rûsya di diyalogê de li gel rejîma Sûriyê hebe û Rûsya bibe garantorê her rêkeftinekê di navbera her du aliyan de.

Welîd el-Muelim ragihandibû ku Kurdên Sûriyê daxwaza şêweyekî rêveberiya xweser dikin û ev daxwaz dikare bibe cihê diyalogê.