Serrûpel Nûçe Çima PYD tiştekî ji bo Omer Osî nabêje?

Çima PYD tiştekî ji bo Omer Osî nabêje?

Belav bike
Ew xwe weke dostekî nêzîk yê PKK-PYD dibîne. Di her munasebetekê de wiha diyar dike ku ew ligel PYD-PKK di pêwendiyeke xurt de ye û hema dema ku devê xwe vedike pesna PYD-PKK û serokê wê Abdullah Ocalan dide.

Kurd wî weke ajanê rêjîma Baas dibînin. Ew bi xwe jî wê yekê înkar nake û heta hestiyan Beşar Esed û rêjîma wî diparêze şoreşgeran jî weke terorîst bi nav dike.

Lê belê heta niha PYD di derbarê daxuyanî û “dostaniya” wî de bi fermî tiştek belav nekiriye.

Ew hem navê PKK, hem navê PYD hem jî navê serokê PKK Abdullah Ocalan xerab bi kar tîne. Wan navan ji bo xwe, ji bo paqijkirina rûyê xwe her demê tîne ziman û wiha diyar dike ku ew dostekî herî nêzîk yê wan partiyan e.

Omer Osê, heta ku Ocalan li Şamê bû, yek ji dost û hevalên PKK yê herî nêzîk bû.

Birayê wî yê biçûk di nava PKK de şehîd ketiye.

Ew hîn jî bi wî mîrasî û li ser wî mîrasî dijî.

Milet ji PYD-PKK dixwaze ku nênîna xwe li ser Omer Osî bînin ziman.

Omer Osî (1958) ji Dirbêsiyê ye, zêdetirî 30 salane li Şamê dijî, berê yek ji Kurdên bênasname bû li Sûriyê (ecnebî), piştî ku xwe teslîmî rêjîmê kir û li ser navê Kurdan rêjîma Baas parast, hemwelatiya Sûriyê dane wî û ew kirin endamê meclîsa Sûriyê.

AVESTA KURD