Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya şandeke bilind ya ENKS kir û ji wan re ragihand ku piştgiriya gelê rojavayê Kurdistanê ji bo referanduma serxwebûnê, gelê başûrê Kurdistanê germ kir.
Serok Barzanî ji şanda ENKS re got, piştevaniya we ji bo xelkê Kurdistan cihê dilgermiya me bû.
Şanda ENKS jî, ku ji serokê wê Îbrahîm Biro, serokê PDK-S Siûd Mela, Fesla Yusuf û çend serkirdeyên pêk hatibû, pîrozbahî li ser Barzanî kir û referanduma serxwebûnê weke rojeke dîrokî ji bo Kurdistanê bi nav kir.
Barzanî, helwesta welatên ku bi tundî li dijî referandumê derdikevin û dijîtiya îradeya gelê Kurdistanê dikin û zimanê tehdîdê bikar tînin, got ew rastiya helwesta wane ya li dijî daxwaza gelê Kurdistanê.