Hikûmeta Kurdistanê ragihand, bi ti awayî sînoran radestê Bexdayê nakin.
Desteya Deriyên Sînor ên ıraqê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku roja Şemiyê 30-09-2017, dê deriyên sînorî yên Kurdistanê bixin bin kontrola xwe.
Di daxuyaniya Desteya Deriyên Sînor ê Iraqê de hatiye gotin: “Roja Şemiyê 30-09-2017, ji bo wergirtina deriyên sînor dê 3 karwanên leşkerî herin Herêma Kurdistanê.”
Li hember vê daxuyaniyê hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir, ku bi ti awayî deriyên sînor radestê hikûmeta Iraqê bike.
Çavkaniyekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Em ti deriyekî sînor nadene destê hikûmeta Iraqê.”