di dengkirineke telîfonî de ji bajarê Şamê taybetî ji malpera Avesta re ragihand, ku şandiyarê navnetewî “Elexder Elibrahîmî” vexwendineke fermî ji ENKS re şandiye bo pêkanîna hevdîtinekê di navbera Elibrahîmî û ENKS de li li bajarê Şamê, ENKS jî ji aliyê xwe ve ew vexwendin erêkiriye û wê îro 22-10-2012 bi şandeke fermî li paytexta welatê Sûriyê li gel şandiyarê navnetewî bicive.
Herweha Fêsel Yûsif navên endamên şanda ENKS ji Avesta re ragihand:
1- Sêsel Yêsif: Serok.
2- Cemal Şêx Baqî: Endam.
3- Dr. Ebdilkerîm Umer: Endam.
4- Dr. Ehmed Silêman: Endam.
5- Ehmed Sîno: Endam, lê ew di dema çûna xwe de bo bajarê Şamê ji aliyê hêzên ewlekarî yên rêjîma Sûriyê ve li balefirgeha Qamişlo di sibeha roja 21-10-2012 de hate girtin.
AVESTA KURD