Serrûpel Nûçe Berhem Salih ji YNK cuda bû

Berhem Salih ji YNK cuda bû

Belav bike

Serokê lîsta Hevpeymanî ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Ehmed Salih cudabûna xwe ji YNK ragihand.

Salih ku berê cîgirê duyem yê sekreterê YNK bû, di vîdyoyekê de got: “Pêwîste cîranên me li navçeyê û civaka navdewletî wê rastiyê li berçav bigrin, ku Kurd gelê resen yê vê navçeyê ye, ewlehî û aramiya rojhilata navîn, bêyî rêzgirtin li mafên rewa yên gelê Kurdistan berqerar nabe. Paşerojê jî piştrast kiriye, ku bi zimanê gef û sizadana bi kom ti carî îradeya gel ji bo azadiyê ji nav naçe.”