Serrûpel Nûçe Mam Celal wefat kir û serok Barzanî hefteyek şîn ragihand

Mam Celal wefat kir û serok Barzanî hefteyek şîn ragihand

Belav bike

Celal Talabanî ku di nava Kurdan de weke Mam Celal jî tê naskirin, îro roja sêşemê li Almanya, di 84 saliya xwe de, li nexweşxaneyeke Berlînê wefat kir.

Talabanî, reng û karekterekî cuda bû di siyaseta kurdî de, di dema derketina nakokî û aloziyan de balansek bû.

Siyasetmedarekî nukte-xweş bû, ew li kêleka şêwazê xwe yê taybet di siyasetê de, bi nukteyên xwe jî gelekî navdar bû.

Mam Celal, ku ji zarotî, ji ber zîrekbûna wî ev nav lê hatibû kirin, bavê 2 zarokan bû, Qubad û Bafil.

Wê êdî Kurd bêjin, xwezî Mam Celal sax ba.

Serok Barzanî jî ji bo wefata Mam Celal peyameke vîdyoyî belav kir û hefteyek şîn ragihand.

Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Serok Barzanî got, cihê şanaziyê ye, ku ligel Mam Celal, bi hev re ligel birayên din, wan karibûn gelek zehmetiyan li ser riya xebat û têkoşînê derbas bikin û her wiha gelek qonaxên tahl û nexweş li pey xwe bihêlin.
Baerzanî dibêje, şanaziye ku gelek ji destkeftên îro vedigerin dema ku wan bi hev re bingeha serkeftinan  danîn.
Serokê herêma Kurdistanê yekrêzî weke baştirîn wefa ji bo Mam Celal bi nav kir û got, niha jî baştirîn wefa ji bo ruhê birayê birêz Mam Celal û ruhê hemû şehîdên riya rizgariyam gelê me, ewe ku yerêziya xwe bi hêztir bikin û bi wî awahî ew dikarin bigihên armancên pîroz ku serkirdeyên me û hezaran şehîdên me canê xwe ji bo wan dane.

Bila serê gelê Kurd û malbata wî sax be.

Celal Talabanî kî bû:

Celal Talebanî (bi soranî: جەلال تاڵەبانی‎, Celal Tallebanî; bi erebî: جلال طالباني‎‎, Jalāl Tālabānī) (z. 12’ê sermawezê 1933 li gundê Kelkanê, Silêmanî – m. 3’ê Cotmehê 2017, Almanya), siyasetmedar kurd û serokkomarê Îraqê bû.

Talebanî di sala 1933‘an de li Başûrê Kurdistanê li gundekî girêdayî Dokanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedand.

Di ciwaniya xwe de Talebanî beşdarî xebata siyasî bû ye, ew di sala 1951‘ê de weke endamê Komîteya Navendî ya PDK‘ê hate hilbijartin. Di 1953‘an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê kir û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar bi awayekî dizî Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezirand. Di sala 1956‘an de ji ber xebata xwe ya siyasî dest ji xwendinê berda.

Sala 1961‘ê ligel Mele Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir. Piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên siyasî di navbera wî û Mele Mistefa Barzanî de di 1964’an de ji PDK cuda bû û Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê damezirand.

Di sala 1970‘î de piştî peymana 11’ê adarê careke din li Mele Mistefa Barzanî vegeriya. Piştî têkçûna peymana 11’ê adarê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975‘an de, Talebanî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ava kir.

Celal Talebanî bi keça nivîskarê navdar Îbrahîm Ehmed a Hêro Xanim re zewicî ye.[2]

Di 6’ê avrêla 2005’an de Talebanî bi hilbijartinê bû serokkomarê Îraqê.

Di 20’ê rêbendana 2012’an de ji ber tedawîbûna Talebanî, ew birine Almanyayê.[3]