Serrûpel Nûçe Karayilan banga bilindkirina berxwedanê kir

Karayilan banga bilindkirina berxwedanê kir

Belav bike
 Karayilan der barê rojiya birçîbûnê de ji ANF’ê re axivî û diyarkir ku çalakiya rojiya birçîbûnê bi biryara girtiyan hatiye dest pê kirin û weha pêdeçû “Hemû hevalên di girtîgehan de bi temamî bi înîsiyatîf û biryara xwe dest bi vê çalakiya xwe kirine. Bi vî awayi ji derve ji bo wana tu nêrîn, pêşniyar û biryar neçûye” û wiha domand; “Çawa ku sala 1982’yê de Mazlûman, Ferhatan, Kemalan û Xeyriyan bi biryara xwe dest bi çalakiyê kirin, îro jî ev ewladên hêja yên gelê Kurdistanê û kadroyên tevgerê bi heman awayi bi biryar û înîsiyatîfa xwe dest bi berxwedanê kirine.” Karayilan çalakî weke nexşerêyekê bi nav kir û got “Daxwazên wan çi ne? Azadiya Rêber Apo, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û parastina bi kurdî ne. Dayina van mafan tê wateya pêkhatina pêvajoya aşitî û çareseriya demokratîk a li Tirkiyeyê. Ev çalakî ji bo jiyana li ser esasê aşitiyê ya her du gelan ku bi awayeke azad û wekhev bi hev re bijîn, weke nexşerêyek e.” Her weha Karayilan red kir ku pêvajoyeke nû ya hevdîtinan dest pê kiribe û diyarkir ku rojiya birçîbûnê tenê bi banga Ocalan dikare bi dawî bibe. Û Karayilan bang li gelê Kurd kir ku çalakiyên xurt pêk bînin û weha got “Divê ev bi çalakiyên xurtir xwedî lê derbikevin, bibin rojeva rayagiştî ya Tirkiye û cîhanê, mirov bi vî awayî dikare pêşî li şehdadetan bigire. Divê hem gelê me yê welatparêzên hêja yên li Kurdistanê tevî saziyên demokratîk, hem jî divê Kurdistaniyên li derveyê welat, xwedî li ewladên xwe yên ku ji bo armanca xwe ya hêja jiyana xwe danîne holê, derbikevin. Bi vî awayî, bêyî ku şehadet çêbibin, ji bo ku ji bo aşitî û demokrasiyê pêngav bêne avêtin divê her kes ji her demê zêdetir berpirsyariyên xwe pêk bînin. Tişta divê bê kirin ev e.”

 

Avestakurd