Serrûpel Nûçe Di weşana zindî de hate tacîzkirin (Vîdyo)

Di weşana zindî de hate tacîzkirin (Vîdyo)

Belav bike
Li Qada Tahrîrê a ku li Misirê wek qada azadiyê tê zanîn, nûçegîhana Fransiz a ku di nav çalakgeran de ma, di weşana zindî de û piştî weşana zindî, ji aliyê bi dehan kesan ve hate tacîzkirin.
Nûçegîhan Sonia Dridi, diyar dike ku, ji aliyê bi dehan kesan ve ev hatiye dorpêçkirin û rasta tacîzê hatiye. Wiha dibêje, “Bi destên xwe temasa her dera min kirin. Dûra dema ku yekî xwest bişkova min bigre, min ferq kir ku bişkovên min vekirine. Ez ji aqibeta herî xirab filitîm, çimkî min kembereke gellekî saxlem girêdabû. Piştî bûyerê min şokeke mezin jiya û hîn jî ez xwe xirab hîs dikim.”