Serrûpel Nûçe Serok Barzanî şertên Bexdayê red kirin

Serok Barzanî şertên Bexdayê red kirin

Belav bike

Şêwirmendê Serokê Kurdistanê, Hêmin Hewramî ragihand, Barzanî mercê Iraqê yê “betalkirina referandomê” bo destpêkirina diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de red kiriye.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê bi serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî re li ser kirîza ku ji ber referandoma serxwebûnê di navbera Kurdistan û Iraqê de derketiye, hevdîtin kir.

Li ser naveroka hevdîtinê, Şêwirmendê Barzanî, Hêmin Hewramî li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, Serok Barzanî di civînê de amadehiya Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê bi Bexdayê re anî ziman.

Hêmin Hewramî her wiha gotiye, lê Serok Barzanî mercê Bexdayê yê “betalkirina referandomê” red kir û ragihand ku Kurdistanê amade ye bê şert û merc dest bi hevdîtinan bike.

Piştî referandoma serxwebûna Kurdistanê, Herêma Kurdistanê amadehiya xwe bo destpêkirina diyalogê nîşan da lê Bexdayê ragihand, heta Kurdistan referandomê betal neke ew amade nînin dest bi diyalogê bikin. (bas news)