Serrûpel Nûçe Mesûd Barzanî saata zêrîn qebûl nekir tiştekî din xwest… çi xwest? (foto)

Mesûd Barzanî saata zêrîn qebûl nekir tiştekî din xwest… çi xwest? (foto)

Belav bike

Avestakurd (taybet)- Dema ku rêjîma Baas ya Îraqê di salên 70 yan de zilm li Yahûdiyan kirin û yek bi yek dikuştin, wê demê Kurdan û bi taybetî Barzaniyan, yahûdî parastin û gelek ji wan li cem xwe bi cih kirin.

Dema ku Îsraîl hate avakirin, beşekî mezin ji Yahûdiyan berê xwe dane Îsraîlê, lê ji ber ku nikaribûn ji Îraqê derkevin, kesên ku dikaribûn bi qaçaxî çûn.

Zamir Shemtov (63 salî, foto) niha li Îsraîlê li Herzliya doktorê diranan e. Wiha dibêje:

Malbata wî di sala 1970 de, çend caran hewl da ku xwe ji destê hêzên Îraqê rizgar bikin û ji Îraqê derkevin biçin Îsraîlê, lê bi serneketin. Bavê wî ji aliyê serbazên Îraqê ve hate girtin û gelekî hate îşkencekirin. Mehekê li Bexdadê di zindana Îraqê de îşkence dît. Piştî 2 mehan şofêrekî Kurd yê taksiyê dît. Li otomobîlekê siwar bûn, ciwanekî Kurd, bi kincên eskerî di otomobîlê de bû, wan sînor derbas kirin û gihiştine Îranê, wî ciwanê Kurd ew gihandin cihekî ewle, êdî xetera hêzên ewlekariya Îraqê nema.

Dr. Zamir Shemtov wiha berdewam dike: Bavê min gelek saata xwe ya zêrîn derdixe û dide wî ciwanê Kurd. Ew ciwanê Kurd dibêje, ez kurê Mele Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî me, eger bavê min pê bihese ku min saat ji te standiye wê min îdam bike, hêvî dikim hûn di dema pêş de me ji bîr nekin û alîkariya me bikin… (Avestakurd)