Serrûpel Nûçe Serkirdeyekî Heşda Şebî rêkeftina ligel YNK eşkere dike

Serkirdeyekî Heşda Şebî rêkeftina ligel YNK eşkere dike

Belav bike

Serkirdeyê Heşda Şebî Cebar El Memûr, behsa rêkeftina ligel hinek serkirdeyên YNK kir û ew weke (Rêkeftina Aqilmendan) bi nav kir.

Cebar El Memûr got, li gor wê rêkeftina di navbera hinek serkirdeyên YNK û Heşda Şebî de, wê hêzên Heşda Şebî bikevin Kerkûkê û bêku şer derkeve.

Cebar El Memûr her wiha ew rêkeftina sirrî eşkere kir û got, YNK wê rê bide Heşda Şebî ji bo ku derbasî nava Kerkûkê bibe û dest deyne ser bîrên petrolê.

Li gor wê itîfaqa Heşda Şebî û YNK ku Berpirsên partiya Malikî serpereştiya wê kirine, milîsên Heşda Şebî derbasî beşekî Kerkûkê bûn.

Hêzên Lehor Şêx Cengî û kurê Celal Talabanî, Bafil Talabanî bi Heşda Şebî re itîfaq kirin û cihê xwe dane wan.