Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Natanyaho, îro roja çarşemê di Kinêsêt de axifî û got, Kurd miletekî qehreman bi cesaretin û divê bibin xwediyê dewleta xwe.
Natanyaho, ji bo bîranîna wezîrê berê yê Îsraîlê Rîhabam Ziêfî (1926-2001) ku li Qudsê li hotêlekê hatibû kuştin, got: Ziêfî berî 51 salan serdana Îranê kiribû, wê demê rêjîma wî welatî cuda bû, ji wir çûbû serdana Kurdistana Îraqê, wî bi çavên xwe qehremaniya gelê Kurd dîtibû.
Serokwezîrê Îsraîlê got dagîrkeran Împratoriya Osmanî perçe kirin, lê mafê Kurdan nedan, ku her demê ji bo azadiya xwe şer kirin.
Natanyaho her wiha got, niha li pêşiya çavên cîhanê hatine dorpêçkirin, lê dîsa jî şer dikin û li ber xwe didin, cîhan jî bêdenge û çavê xwe digire.
Natanyaho, got Kurd niştimanperwer in, di pêwendiyên xwe yên navdewletî de lîberal in, em hevsozê daxwazên wan in û ji cîhanê dixwazin ku piştgiriya gelê Kurd bikin û jiyan û pêşeroja wan biparêzin.