Serrûpel Nûçe Pêşmergeyan balafireke Heşda Şebî xistin û gelek ji wan kuştin

Pêşmergeyan balafireke Heşda Şebî xistin û gelek ji wan kuştin

Belav bike

Hêzên Pêşmereyên Kurdistanê serê sibeha îro li nêzîk gundê Eyn Ewêzê ya herêma Sihêlayê firokeyeke çavdêriyê ya Heşda Şeibî xistiye.

 

Peyamnêrê Rûdawê li nêzik Zummarê Nasil Elî ragihand Heşda Şebî û Hêzên Iraqî li sînorê Zummar dest bi bombebaran çeperên Pêşmerge kirine, pêşemrgeyan jî çeperên xwe qayim kirine.

 

Peyamnêrê me diyar kir ku serê sibeha îro pencşemê 26ê cotmeha 2017an  Heşda Şeibî li nêzîk gundê Eyn Ewêz dest bi topbebarankirina çeperên pêşmerge kirine, pêşmergeyan jî firokeyeke çavdêriyê ya Heşda Şebî xistine xwarê.

 

Nasir Elî got, Heşda Şeibî ji du milan ve dest bi êrîşê kiriye, ji aliyekî ve êrîş kirine ser çeperên pêşmerge û pêşmerge ew êrîş têk birin, lê şer li wî sînorî berdewam e.

 

Ev di demekê deye du raojan berya niha, çend êrîşên Heşda Şebî li Tilisqof û çend navçeyên din hatine têkbirin, li Tilisqofê 22 çekdarên Heşda Şebî hatibûn kuştin û 5 hemerên wanjî têk şikandibûn.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêr di daxuyaniyekê de pêşniyar kir, ku encama referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê were rawestandin. Di vê daxuyaniyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi metirsiya rûbirûbûna pêşmerge û hêzên Iraqê dike û pêşniyar dike, ku encama referanduma serxwebûna Kurdistana Iraqê were rawestandin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha daxwaza demildst rawestandina hemû cure kirdarên leşkerî yên li dijî Kurdistanê dike û daxwaz jî dike, ku li ser bingha Destûrê gotûbêj di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de dst pê bike.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser daxuyaniya  Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo destpêkirina danûstandinên li gel Iraqê û rawestandina şer helwesta xwe aşkere kiribû. Berdevka Wezareta Derve ya Ameîkayê Heather Nauert îro Çaşemî 25ê Cotmeha 2017ê di peyameke twitterî de li ser daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  piştgiriya welatê xwe bo wê destpêşxeriya Hewlêrê bo destpêkirina gotûbêjan û rawestandina operasyonên serbazî ragihand.