Serrûpel Nûçe Di şerê Zimmar de Hizbullah û Pasdarên Îranê alîkariya Heşda Şebî kirin

Di şerê Zimmar de Hizbullah û Pasdarên Îranê alîkariya Heşda Şebî kirin

Belav bike

Li gorî zanyariyan, çend yekîneyên Supaya Pasdaran û Hizbullaha Lubnanî di êrîşa îro ya rojavayê Diclê de beşdar bûn.

Çend jêderên Pêşmerge ji Kurdistan24ê re tekez kirin: “Di êrîşa îro ya çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê de, li mihwerê Zumar û Rebî’e, çend yekîneyên Supaya Pasdarên Îranê û Hizbullaha Lubnanî beşdar bûn û heya niha tevahiya êrîşên wan hatine şikandin.”

Berî niha supasalarê Pêşmerge Cemal Îminkî ragihand: “Pêşmerge êrîşeke mezin ya çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li mihwerê Zumar têkşikandin û zerer û ziyaneke mezin li wan kirin û heya niha sê tank û pênc hemvî û bacerek û firokeyeke çavdêriyê têkşikandine”.

Supasalarê Pêşmerge li mihwerê Zumar ji Kurdistan24ê re got: “Çekdarên Heşda Şeibî li ser destê hêzên Pêşmerge hatin şikandin û çendîn Hamvî û tank û Bacer jî hatin şewitandin.”

Ferîq Cemal Îminkî diyar kir ku: “Emîndarî rêxistiya Bedir û serkirdeyê Heşda Şeibî Hadî Amirî li Zumar, û cîgirê serokê desteya Heşda Şeibî Mehdî Muhendis li mihwerê Rebî’e serperşitiya êrîşa Heşda Şeibî dikin.”

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: “Sibeha Îro artêşa Iraq û Heşda Şeibî li navçeya Sihêla li bakurê bajarokê Zumar li rojavayê Dicle, hêzên Pêşmerge topbaran kirin û dest bi êrîşê kirin.”

Nûçegihanê me got: “Pêşmerge li gundên Berdiye û Hemed Axa ziyaneke mezin li çekdarên Heşda Şeibî kirin û li herdu gundên Ciruniyê û Eyn Uzêr çekdarên Heşda Şeibî paşde vegerandin, herweha Pêşmerge hejmarek tank û zirîpoşên Heşdê têkşikandin.”

Berî niha, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, rewşa niha bi metrisîdar binav kiribû û ji hikûmeta Bexda xwestibû, destpêşxeriya Herêma Kurdistan qebûl bike û dest bi diyaloga bê merc bike.”

Herweha Encûmena Asayşa Herêma Kurdistanê diyar kir, ku ew tevgerên serbazî derfetê dide Îranê hejmûna xwe li navçeyê berfireh bike û aramiya Herêma Kurdistan têk bide. K24