Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Ceifer Îbrahîm Êminkî ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro 28ê Cotmeha 2017an ji Parlementoya Kurdistanê re nameyek şandiye û ew name wê di civîna sibe roja yekşemê de were xwendin.
Serok Barzanî di nameya xwe de naxwaze dema serokatiya wî were dirêjkirin, jixwe berê jî nexwestibû li ser serokatiyê berdewam be, lê ji ber şerê Daişê pêwîst hatibû dîtin ku weke serokê herêmê karê xwe dewam bike.
Barzanî, wê weke lêvegereke niştimanî Kurdistanê karê xwe bike.
Berî sala 2005 serokatiya herêma Kurdistanê tune bû, lê Barzanî dîsa weke lêvegrek bû ji bo gelê Kurdistanê û aliyên siyasî yên kurdî li her çar perçeyên Kurdistanê.