Hejmarek senatorên Amerîkayê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re nameyek şandin û daxwaz kirin, ku ji bo nehiştina metirsiya şer û pevçûnan, li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bike.
Senatorên Demokrat Chris Murphy û Tim Kaine û herwiha senatorên Komarîxwaz Ron Johnson, Marco Rubio, John Barraso, Jarnes Ristch, Cory Gardner û Johnny Isakson ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re nameyek şandin û daxwaz kirin, ku li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bike da ku ti metirsiyeke şer nemîne.
Senatorên amerîkî eşkere kirin, ku şerê di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de ne di berjewendiya ti aliyekê de ye.
Di nameyê de senatorên amerîkî dibêjin: “Emê berdewam bin li ser piştgiriya hikûmeteke bi hêz û otonomî ya Herêma Kurdistanê, parastina gelê Kurdistanê û pêkhateyên din. Ev yek ji bo me karê herî giring e.”
Senatoran di nameya xwe de careke din banga diyalogê ji Hewlêr û Bexdayê kirin û daxwaz kirin hemû pirsgirêk bi riya danûstanedinan werin çareserkirin. Rûdaw