Piştî demeke dirêj, îro (26/10/2012) Serokê rejîma Sûriyê Beşr El Esed ji bo nimêja cejnê li mizgefteke Şamê ku navê wê nehate zanîn xuyakir. Di dîmenên ji aliyê televîzyona Sûriyê ve hatîn belav kirin de kenê Esed û danûstandina wî ligel xelkê bal kêş bû. Lê ya balkêştir, axivitina meleyê mizgeftê bû. Meleyê mizgeftê Welîd Ebdûl Hak Waai bû. Mele Welîd li dema silav û pêşwzîkirina Esed de ji Esed re got “Hûn hemû birayê hevin, vî şerê bihêlin.” Mele Welîd weha pêdeçû “Ji bo têkbirina daxwaza afirandina şerê tayifî li Sûriyê, divê yên Sûrî berê xwe bidin xudê. Divê em ji bo xwe Rojhilata Navîneke nû biafirînin.”
Avestakurd