Serrûpel Nûçe Receb Tayib Erdogan hatin kuştin – FOTO

Receb Tayib Erdogan hatin kuştin – FOTO

Belav bike

Şaş fêm nekin, dûr neçin, mebesta min ne serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan e, lê 3 zarokên bajarê Idlibê ne, ku cêwî ne, 3 bira ne, û di nav kampeke Tirkiyê de, di nav konekî de sala 2012 jidayik bibûn, bavê wan, hersê navê Receb, Teyib , Erdogan li zarokên xwe kirbû.

Lê ev hersê zarok piştî 5 salan ku vegeriyabûn bajarokê Kifir Sicne yê Idlibê, mayinek bi wan de teqiya û hersê jî jiyana xwe ji dest dan.

Sala 2012an, dema ku ev hersê zarok li kampeke Tirkiyê jidayk bibûn, Erdogan serdana wê kampê kirbû û ew hersê zarok hembêz kiribûn, lewma navê wan kirin Receb Xalid Fitêre, Teyib Xalid Fitêre û Erdogan Xalid Fitêre. Wê demê Erdogan bi sê zêran hersê zarok xelat kirbûn.