Serrûpel Nûçe Rusya: Wê Esed bi zorê wan herêman ji Kurdan bistîne

Rusya: Wê Esed bi zorê wan herêman ji Kurdan bistîne

Belav bike

Bingeha Himêmîm ya serbazî ya Rûsî li Sûriyê ragihand ku dibe çareseriya serbazî take bijarde be li pêş hikûmeta Sûriyê ji bo kontrolkirina herêmên di bin kontrola Kurdan de.

Binkeha Himêmîm ku operasyonên serbazî yên Rûsya li Sûriyê dişopîne, li ser rûpela xwe ya fermî li ser Facebookê nivîsiye: Dibe ku çareseriya serbazî take bijarde be li pêşiya Şamê ji bo vegerandina herêmên di bin destê hêzên kurdî de li bakurê Sûriyê.

Li gor wê nivîsa bingeha Himêmîm dibe ku hikûmeta Sûriyê di rojên bê de li dijî wan herêmên ku di bin desthilata Kurdan de ne dest bi tevgereke serbazî bike.

Her wiha dibêje ku ew herêm bi piştevaniya Amerîka û bi şêweyekî qet ne rewa di bin destê de ne.

Ev daxuyaniya binkeya Himêmîmê piştî wê yekê tê ku serokê Sûriyê Beşar el-Esed, gotibû ku deverên Kurd lê niştecî ne deverên Sûrî ne û divê vegerin bin kontrola hikûmetê.

Her weha şêwirmendê Xameneyî jî gotibû ku di demeke nêzîk de wê hêzên hikûmeta Sûriyê û hevalbendên wê biçin Reqa û rojhilatê Ferat.