Serrûpel Nûçe Rosneft vê mehê (1 mîlyar Dolar) dide Kurdistanê

Rosneft vê mehê (1 mîlyar Dolar) dide Kurdistanê

Belav bike

Mezintirîn şîrketa rûsî ya neft û gazê Rosneft vê mefê mîlyarek dolar dide Kurdistanê.

Serokê lijneya malî û karûbarên aborî li Kurdistanê Izet Sabir got, girêbesta ku Kurdistanê bi Rusya re çêkiriye, bi 3 mîlyar dolar e, li gor rêkeftinê wê Rosneft vê mehê (cotmeh) 1 mîlyar dolar bide Kurdistanê, wê Kurdistan deyne xwe bide, ew jî deynê şîrketa Îmaratî Dana Gaz e.

1 mîlyarê din jî, wê Kurdistan pê boriyên gazê çêbike, ji bo ku gaza Kurdistanê derbasî bendera Ceyhan bike li Tirkiyê.

Bi mîlyarê sêyem jî, wê Kurdistan ji 5 zeviyên din petrolê derxîne.

Şîrketa Rûsî Rosneft, plan dike ku ji wan 5 zeviyên petrolê yên nû rojane 670 bermîl nefta Kurdistanê derxîne. Wê şîrket hemû mesrefê kolandina bîra bide, ew jî dike 400 mîlyon dolar, beramberî wê, wê ji sedî 80 qezenca wan bibe.