Serrûpel Nûçe Baydemîr ferhenga Kurdî diyarî Kiliçdaroglu kir

Baydemîr ferhenga Kurdî diyarî Kiliçdaroglu kir

Belav bike

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro li Amedê bû. Kiliçdaroglu çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr û peyamên girîng dan. Kiliçdaroglu îfade kir ku, bi serokatiya wî jî bibe mal, ji bo ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin, ku çi ji destên wî were ew ê bicîh bîne. Kiliçdaroglu bang li çalakgerên di greva birçîbûnê de ne jî kir û ji wan xwest ku çalakiyê bi dawî bikin. 
Kiliçdaroglu wiha got, “hûn nikarin çavên xwe ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê re bigrin. Îro li Tirkiyê ti dayikên ku negirîne neman. Pêwiste em vê pirsgirêkê, bi lihevhatineke civakî çareser bikin. Me got, werin em li ser masekê rûnin û pirsgirêkê gotûbêj bikin. Mixabin pêk nehat. Bi kîn û nefretê siyaset nayê kirin. Bi vê siyasetê civak tê dabeşkirin. Em karin bi hev re gellek tiştan çareser bikin. Jiyana mirovekî ji serokatiya min girîngtir e. Ku di vê rêyê de ez ê serokatiya xwe wenda bikim jî, bila wendabe.” 
Piştî axaftina Kiliçdaroglu, Osman Baydemî ferhenga Kurdî diyarî wî kir.