Serrûpel Nûçe CHPê xwest bi Kurdî propaganda bê kirin

CHPê xwest bi Kurdî propaganda bê kirin

Belav bike

CHPê pêşniyareke zagonê da meclîsê ku partiyên siyasî bilî tirkî karibin bi zimanên din jî xebatên xwe bimeşînin. Gorî pêşniyara Cîgirên Serokê Koma CHPê Akif Hamzaçebî û Muharrem Înce, di hilbijartinan de namzet wê karibin bilî tirkî, bi zimanekî din him bi devkî û him jî nivîskî xebatên xwe bimeşînin. 
Gorî teklîfê, di zagona partiyên siyasî de, di beşa “astengkirina afirandina kêmjimariyê” de guhertin wê çê bibe. 
Di zagona partiyên siyasî de, îfadeya ”di weşandin û nivîsandina bername û rêziknameyan, kongre û civînin vekirî û girtî û mitîngan de, bê zimanê tirkî ti ziman nayên bikaranîn”, wê wiha were guherandin, ”di weşandin û nivîsandina bername û rêziknameyan, kongre û civînin vekirî û girtî û mitîngan de, bikaranîna zimanê tirkî wê esas bigrin.” 
Bi vê guhertinê, ger pêk were, li pêş partiyên siyasî, bi zimanekî din xebat meşandin wê pêkan be.