Serrûpel Nûçe Rûsya: Emerîka naxwaze Daiş li Sûriyê bi dawî were û rê neda...

Rûsya: Emerîka naxwaze Daiş li Sûriyê bi dawî were û rê neda ji Bokemal derkeve

Belav bike

Rûsya ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî di şerê DAIŞê da, ne cidî ye  û astengiyan li ber operasyonên Rûsiya li Sûryê çêdike.

Wezareta Berevaniya Rûsiya eşkee kir ku , Hevpeymaniya Navdewletî hewl da ku astengiyan li pêşiya balefirên rûsî li Elbûkemalê derxîne.

Wezareta Berevaniya Rûsiya bal kişande ser wê yekê ku Amerîka di medyayê de dibêje, ew şerê terorê li rojhilata navîn dike, lê tiştê ku ew li Sûryê dibînin, berovajî van gotinane, ji ber ku balefirên Amerîka gelek caran rê li bombarankirina çekdarên DAIŞê li Bokemal girtine.

Piştî çend demjimêran ji ragihandina kontirol kirina  wê ji aliyê hikûmeta Sûryê ve, çekdarên DAIŞê cardin bajarokê Bokemal yê ser sînorê Sûryê û Iraqê kontirol kirin  û heya niha şer û pevçûn li derdora Bokemal berdewam e.